Golikek navê garanekê xera dike
Ji bo paraztin û mihefezekirina şexsîyeta xwe hatîye gotin. Însan; çiqasî başbin jî, xerabî li dora wan tunebin jî yekî kû pê ve girêdahî ye xerabîyeka kû di ke navê wî yê qenc jî bi xwe re xera di ke. Ji ber vê, ê kû biheve girêdahîne pêwîste ji şexsîyet û kesayeta xwe zêdetir şaxsîyet û kesayeta ên pêrane ên hevalên wî ne bifikir e. Nikâre bibêje; “zirara wê ji min re ye ma ji we re çîye!”
Carna jê, meriv gava ku tiştekî nebaş û ne dirê de dike mixabin malbat, heval û hogirên meriv ji meriv zêdetir zirarê dibînin, şexsîyeta wan pirtir dikeve binê lingan. Mesela; Qîz û kûrê malê gava tiştekî nebaş dikin pêşî serê dê û bavên xwe bîra û malbata xwe dixine ber wan, wan di nav însana û civakê de rezîl dikin. Yekî ji welatekî/gundekî be xerabîya wî navê welatî/gundîyên xwe teva xera di ke. Yekî bi cemaet û sazîyekê ve girêdahî be xerabîyên wî navê wan hevalên wî teva xera dike.
Gavan ber bi mal bû jina gavan ber bi kâr bû
Însanê bi rastî ne jêhatî û xebatkârin lê jî bo xwe li ber çavên însana jêhatî didine nîşandan xwe bi kar meşxul dikin hatîye gotin. Însanê dû rû, kârê wa tim ev e. Gava bi tena serê xwe ne weka tiralane ji her tiştên xwe re zexelîn. Ji îbadetên xwe re sîstîn, qesîsin, neheqîyê dikin, ji dê û bavên xwe re ne başin, ji malbata xwe re weka xerîbane… (hwd). Lê bele ev însanê wîsa gava yekî xerîb yan jî yekî biwan nizane tê ba wan di cî de dibîne însanê jêhatî, însanê abid, însanê merd, însanê dilovan, însanê di xizmeta dê û bavê xwe de…(hwd).
Mêvan ji mêvana aciz e xwedîyê malê ji her dû aciz e
Ev gotin li ser însanê kû tim û daîm li xwe difikir e û egoîstin û li ser wan kesên ku ji rizqê xwe ditirsin hatîye gotin. Însanê kû tim li xwe difikir e naxwaze di tu tiştî de henekên dî bibine şirîkên wî. Tiştê kû di destê wî de ye naxwaze bu tu kesî re parvebik e. Xweşîyên xwe bi tu kesî re parve nake. Di xwaze ku tim xweşî para wî be.
Însanê kû tim û daîm li xwe difikirin gava kû diçine derekê, diçine mêvandarîyekê naxwazin li wê malê ji xeynî wan tu kesê dinê hebin . Di bê qey gava mevanekî dî hebe ewê xwarina li berê bixwon. Gava kû mêvan bi vî hawî bin û ji hev nerazîbin xwedîyê malê jî ji her dû mêvanê xwe jî aciz di be. Û ji wan re xizmeteka li gora dilên wan nake, wan xweşik na mazûvanîne.
Yekî kû bêje ez bawermendim/mûmînim pêwîste bawer bike tu kes nikare rizqê wî bixwo. Her kes rizqê xwe dixwo. Heta roja dawîyî kû emê li vê dinyayê bijîn ewê Xweda ê Teala para rizqê me ci be bide me. Parîyê rizqê me li kûr be bila bibe ewê bibe para me. Em di zîndana de di pişta heft derîyade bin jî tiştekî rîzqê me be wê were me bibîne. Tiştê para meriv be welew bi keda xwe, welew keda henekên dî û welew bi zorê be ewê meriv wî rizqî bi destxe.
Mêvan ji mêvan nexweş xwedîyê malê ji her dû ya nexweş
(Bnh; Mêvan ji mêvana acize xwedîyê malê ji her dû acize)
Îbrahîm ÊLIHÎ Tüm Yazıları