Kera barê te ne lê ye tu çima diajoy
Ev gotineka pir bi wateye ku li ser însanê; ji dawe û doza xwe re xebatê nakin ji dozên xelqê re dişûxilin an jî ji bo însanê kû fêda wan ji malbata wan re tuneye lê belê ji xelqê re bav û birane hatîye gotin. Lazime kû meriv tiştê bike jê fêde bibîne. Gava tiştê meriv bi ke fêda wê ne li meriv ne jî li tu kesê nêzî merivin tunebe pêwîste meriv wî karî neke. Însanê aqîlmend, ji bo xelqê û beredahî xweydana xwe narjîn in.
Kû ker kete herîyê ji xwedîyê wê çêtir tuneye raje tirîyê
Li ser kû meriv têkeve tengasîyekê bê pêşî heqê kî ye kû di hewara meriv de we re hatîye gotin. Gava meriv dikeve tengasîyekê, ên kû pêşî di hewara meriv de bên pêwîste xwedî û naskirîyên meriv bin. Kû bela û mûsîbetek hate devê derîyê meriv ên kû xwe di ber meriv de bi êşînin û hetta xwe bidine kûştin dîsa pêwîste ku xwedîyê meriv bin. Ji ber vê jî dînê me pir ehemmîyet daye merivantîyê ango sila-î rihmê. Yanî dilovanîya li xwedî û naskirîyan kirinê. Lê belê ji bo di roja teng de naskirîyên meriv di hewara meriv de werin pêwîste di rojên fireh de me jî qedr û qîymetê wan girtibe. Di rojên firehde me derîyên xwe li ber wan ne girtibe. Kû me di roja firehde derîyên xwe li ber xwedîyên xwe girtibe mixabin ewê jî di rojên teng de derîyên xwe li ber me bigrin. Mixabin ev îro roj nexweşîyeka civakîye. Em tev dibêjin lê belê di pratîkê de pirên me di xwe de nîşan nadin.
Xweda noka di de insanê bê diran
Ev ji bo henek însanê kû rizq û qismetên wan firehe lê belê ji wî rizq û qismetê firehî kû Xweda daye wan tu kêr û fêdekê nabînin hatîye gotin. Xweda, çawa kû hemû însana cûda cûda afirandîye rizq û qismetên wan jî cûda cûda afirandîye. Henek însan rizqê wa firehe û henek jê jî rizqê wan tenge. Lê belê mixabin ji van henek însanê kû Xweda rizqekî fireh daye wan nizanin bê wê çawa vî mal û milkî bixwon û bi kar bînin. Ê wisane jî di nav hebûn û tunebûnê de dikişînin.
Baran li ser berê dibare
Ji bo însanê dewlemedîn û bi tevî vê dewlemendîya wan rizq û qismetê wan jî firehe tê gotin. Henekê dewlemend hene destê xwe di avêjine çi ji wan re di be zêr. Henek feqîr jî hene çi kârî dikin tê de top di avêjin û tiştê kû di destê wan de heye jî diçe.
Berfa hûr dawî dûr
Kârê kû ne bi ‘ecelê, hêdî hêdî û bi bîn firehî bênekirin ewê fêda wê pirtir bidomîne. Lewra kârekî kû meriv bi sebrê bi ke, kû kêmasî tê de çêbibin meriv firq dike û beri kû ew kâr biqede kêmasîyên we meriv di qedîne. Lê kârê kû b ‘ecelê têne kirin, kêmasîyên wê ê kû ji ber çavê meriv revîyane ji bo kû wan biqedîne vêneqilê dîsa ji serî ve meriv dest pê dike. Resûlê Xweda (silavên Xweda li ser bin) di hedîseka xweyî şêrînde wiha gotîye; “Sebr ji Xweda ye, ’ecele jî ji şeytan e” (Beyhakî)