Gotinê bav û kalan nexşê li ser keviran
Ya naçe aş kû di çe jî qeraş dikûj e
Henek însan hene ya eleqa xwe ji tu tiştî nayînin gava tînin jî zirarê didine henekâ. Însanê wisane, meriv tu kârî b wan nede kirin çêtir e. Lewra ên wisa tu xêr ne jiwan ne jî ji kârê dikin tê.
Kûrmê darê ji darê ye
Di nava civakan, sazîyan an dewletan de xetereyên ku ji derva ve nayên xwuynîkirin hene. Ji alê xwedîyên van xetereyan ve bi dizî dixwazin ku wan civakan, sazîyan an dewletan ji kokê ve birizînin, wan ji holê rakin. Pêwîste ku meriv tiştên zirar didine meriv tim û daîm li dûr negere, di nêzî xwe de bigere.
Carna lingê hespê kihêl jî dişemite
Her kes dikare xeletîyan bike. Heke ku meriv xetayan ne ke ev dide nişandan ku ew kes tu tiştî nake. Lewra xeta, meriv digihînin fikr û nûtîyan. Ji meriv re derîyan vedikin. Xeta nayê wê wateya biserneketîbûnê. Xeta, bi tiştên bikêrhatî tiştên nebikêrhatî têne dûrkirin. Ku meriv gava xeletîyek kir, ji bo ku dersê jê bistîne wêrektîyekê nişan bide û xwedî li xetaya xwe derkeve ewê ji bo pêşveçûna wan bibe sedemek. Merîv tu carî li ser xeta û şaşîtîya serhişkîya neke û israr ne ke. Aqilmend kû xetayan dikin gava meriv wan hişyar dike ji xeletîyên xwe divegerin. Lê ên bê’aqil xeletîya xwe diparêzin û xwe mafdar derdixe. Xeta ji bo însana ne. Kû însan xeta nekirana pêşî bavê me Âdem (silavên Xweda li ser bin) wê xeta nekirana. Pêwîste kû me gava xeletîyeka însanekî dî, ji ber vê şaşîya wî meriv xêzekê li ser navê wî ne de.
Mirî dimire qûn zêrînî dibe
Mirin tiştekî cûdaye. Ê ku dimire çawa ku xwelî ser wî digire her wisa însan jî bi gotina ser pir tiştên ne başî êwî mirîyi diveşêrin. Îca ev gotina pêşîyan li ser kû; henek însan hene heya saxin ên li dora wa ne ti qedr û qîymetî nadine wan, lê piştî kû dimirin hê nû qedr û qîymetê wan tê fa’mkirin gotine. Lazime însan heya wî ji dora wî hebe, ji wan hayîdar be. Di saxîtîya xwe de qîymetê hev zanibin. Ên ku li ser mirîyekî nêzî xwe digirî; ji ber ûcdanê xwe digirî, ji ber ku di saxîya wî de li gorî adetê bi hevre nekenîya ne û lawîtî, biratî an hevaltî nekirine digirîn û peznê hev didin.
Kû berxê kovî bûya ewê di nav beranê bavo de bûya
Însan, li ‘eslê xwe diçe. Lewra hemû tişt divegere bi bal ‘eslê xwe ve. Pirê cara zarûyên mêr, çeleng, ‘egîd û merdin li wan tên. Di be kû temamê zarokan ne wihabin lê bi piranî wîha ye.